Rejîma Îranê hinardekirina hemû berhemên xurek û çandiniyê qedexe kir
PeyamaKurd - Rejîma Îranê ji bo rûbirûbûna krîza xurekê û peydakirina pêdiviyên navxweyî, biryarek daxist ku li gorî wê hinardekirina (firotina bo derve) hemû cureyên berhemên xurek û çandiniyê heta demeke nediyarkirî qedexe ye.
Sedema biryarê: Şer û krîza aborî
Ev gava tund a Tehranê di encama şerê giran ê ku ji roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026an ve, di navbera Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê de dest pê kiriye, hatiye girtin.
Ji ber operasyonên leşkerî û girtina rêyên bazirganiyê yên deryayî û bejayî, Îran rûbirûyî qeyraneke kûr a aborî bûye. Rejîma hewl dide bi vê qedexeyê rê li ber kembûna xurekê di bazarên navxweyî de bigire.
Enflasyon û têkçûna Tumen
Li gorî raporên aborî, ji destpêka şer ve nirxê pereyê Îranî (Tumen) li hemberî daxistineke dîrokî ye û rêjeya enflasyonê bi awayekî bê kontrol bilind bûye. Girtina sînoran û rawestandina hinardekirinê wekî hewldanek ji bo parastina "ewlehiya xurekê" ya welatiyan tê nirxandin, da ku krîza birçîbûnê li bajarên mezin dernekeve.
Bandora li ser Herêmê
Ji ber ku Îran yek ji peydakirên sereke yên berhemên çandiniyê (wekî fêkî, sebze û genim) ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bû, tê pêşbînîkirin ku ev qedexe bibe sedema giranbûna nirxê xurekê li bazarên van herêman jî.