Li Tehranê êrişî balyozxaneya Fransayê kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot têkildarî êrişa hêzên rejîma Îranê ya li ser balyozxana Fransa ya li Tehranê, bi rêya X’ê peyamek parve kir.
Barrot diyar kiriye ku du karmendên balyozxaneya Fransa yên li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine binçavkirin, rastî êrişa fîzîkî bûne.
Barrot got: “Her çiqas mafê parêzbendiya her du dîplomatan hebû, lê ew çend saetek bêy ku ti sedemek hebe, hatine binçavkirin û lêpirsîn li gel wan de hatine kirin.
Piştre her du karmend hatine berdan û vegeriyane balyozxaneya Fransayê. Wê di saetên pêş de jî her du karmend vegerin Fransayê.”
Barrot di berdewama peyama xwe de êrişa li ser karmendên balyozxaneya Fransayê şermezar kir û got: “Ev destdirêjî didemek de ye ku her du karmend ji bi cihanîna bernameyên Fransa yên ji bo piştgirîkirina civaka sivîl ya Îranê, bi taybetî jî hunermend û zanayên Îranê berpirsyar bûn.”