TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tehranê mesekî ji bo desteka desthilatê hat kirin

Admin M
Nivîskar
📅 24 îlon 2022 01:45

PeyamaKurd – Li Tehranê piştî kuştina keça Kurd ya bi navê Mahsa Emînî xwepêşandan li seranserê Kurdistanê û Îranê dewam dikin. Hinek tevlihevkerên rejîma Îranê, piştî limêja înê, li Tehranê ji bo destekê bidin desthilata Îranê meşiyan. Destpêka meşê ji zankoya Tehranê destpêkir û li derveyê zankoyê hinek kes ji xelkê tevlî meşe bûn. Meşa ji bo desteka rêvebiriyê û hêzên ewlehiyê heya meydana Înqîlabê dewam kir. Meşvan sloganên weka ‘bila fitnekar îdam bibin’ û ‘em bi polîsên xwe re ne’ avêtin.

Protestoyên li ser şehîdkirina keça Kurd Emînî dewam dikin û meşa destekê ya ji bo desthilat û hêzên ewlehiyê weka ku kuştina jina erê dikin hat şirovekirin. Ji berê de hatibû ragihandin ku wê piştî limêja înê ji bo desteka rêvebiriyê meş bêkirin.

Parve bike: