Cîhan
Li Tirkiyê 259 muxtar ji wezîfê hatin derxistin!
PeyamaKurd- Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê ragihand ku muxtarên 103 gundan û 156 taxan ji wezîfê hatine dûrxistin.
Di derbarê mijarê de Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ji ber ku têkilî an jî eleqeya wan bi hinek rêxistinên terorî re hene, muxtarên 103 gundan û yê 156 taxan ji wezîfê hatin dûrxistin. Di derbarê wan de lêpirsîn wê were kirin û heta ku encama qetî dernekeve, ew jî nayên ser wezîfeya xwe.”