TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê jiyan zehmetir bû: Pistî elektrîk û gazê nirxê genim jî hat zêdekirin!

Admin H
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2022 16:16

Peyamakurd - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2022yan bi bihayiyê dest pê kir û nirxê gelek kelûpelên jiyanê ji 1ê Çileyê 2022yan ve hatin zêdekirin.

Şeva sersalê nirxê elektîrkê bi rêjeya ji sedî 50 heta %130 û yê gaza nav malan jî %25 hatibû zêdekirin.

Piştî vê zama yekem a pêşwaziya salê zêdekirina nirxên kelûpelên jiyanê bê rawestan berdewam kir û rojane rêjeyên nû yên bihakirina nirxên kelûpelên jiyanê têne ragihandin.

Herî dawî îro 2yê Çileyê zêdekirina nirxê genim û ceh hat ragihandin ku bihayê genimê bo nan û ceh bi qasî %24 hat zêdekirin.

Tê çaverêkirin bihakirina nirxên kelûpelên jiyanê di rojên bê de jî berdewam bike ku welatî ji ber vê rewşê ketine fikara debarê.

Parve bike: