TR KU SO
FB X
Cîhan

Li welatekî Ereb 2 jin û 5 mêr hatin darvekirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 mijdar 2022 23:16

PeyamaKurd – Serdozgeriya welatê Kuwêtê ragihand ku 7 kes bi tawanbariya kuştinê bi cezayê îdamê hatine mehkûmkirin û cezayê wan jî hatiye înfazkirin.

Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, di demên cuda de, bi tohmeta kuştinê 7 kes hatine darvekirin ku 2 ji wan jin in.

Hat diyarkirin ku 3 ji mehkûman ji Sûriyê, Etîyopya û Pakistanê bûne.

Medya Erebî ragihandiye ku ji sala 2017an ve ev cara yekem e li Kuwêtê hejmarek kes têne îdamkirin.

Parve bike: