TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Xezayê agir bi daîra apartmanê ket: 21 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 18 mijdar 2022 05:04

PeyamaKurd – Li Fîlîstînê, li Şerîda Xezayê, li devera Tel Al-Zaatarê, di apartmanekî de di dema pîrozbahiyekî de agir bi daîra apartmanê ket û di encamê de 21 kes mirin. Di şewatê de gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina çavkaniyên xwecîh, dema yek ji endamên malê yê bi navê Ebû Raya ji seyahetê vegeriya, pîrozbahiya vegera wî dikirin. Nayê zanîn bê şewat ji ber çi derketiye û li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.

Parve bike: