TR KU SO
FB X
Cîhan

Libya | Mismarî: Bila NY Balafirgeha Misratayê bikar bîne

Admin H
Nivîskar
📅 13 sibat 2020 19:12

PeyamaKurd - Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê (ANL) rê li ber hatine xebatkarên Neteweyên Yekbûyî (NY) digire, bi sedema ku hêzên Tirkiyê li Blafirgeha Mietîqayê hene.

Berdevkê ANLê Ehmed Mismarî ragihand ku ew ê nehêlin şandeya NY balafirgeha Miêtîqayê bi kar bîne û wiha got: “Ji ber Miêtîqa ji aliyê dewleta Tirk ve weke baregeheke leşkerî tê bikaranîn, em nikarin garantiya parastina we bikin.”

Mismarî bikaranîna balafirgeha Misratayê da ber NY ku wê bikar bîne.

Piştî daxuyaniya NY ya ku dibêje, Artêşê Niştimanî nahêle geştên wan ên hewayî pêk werin, Mismarî ev daxuyanî da.

Herwiha doh 12ê Sibatê Konseya Ewlekariya NY agirbesta mayînde bo Libyayê pesend kir, lê tenê Rûsya di wê mijarê de bêalî ma.

NY dixwaze hemû aliyên ku piştgiriya çekdarî didin hêzên Libyayê were dawîkirin.

Parve bike: