TR KU SO
FB X
Cîhan

Lopez: “Tenha rê ew e ku pêl cesedê me bikin”

Admin M
Nivîskar
📅 20 sibat 2019 02:33

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê welatê Venezuelayê Vladimir Padrino Lopez li dijî tehdîda Amerîkayê di televîzyonê de, bi awayeka zindî beyanekî da û got:

“Ew kesên ku dixwazin hukumeteka kûkla, îtaatkar û newelatperwer bînin ser hukum, wê nikaribin rihê jin û zilamên ku di FANB ê de wezîfe dikin, wan rihên welatperwer binpêbikin. Wê bisernekevin. Di halekî weha de tenê wê pêl cesedê me bikin.”

Lopez got tevî tehdîdan dê dîsa bi serokkomar Nicolas Maduro re sadiq bimînin û îdareyeka dinê naxwazin. Lopez di axaftina xwe de got:

“Serokê dewleta me û serokerkanê me heye. Navê wî Nicolas Maduro Moros e. Artêşa me, di serî de antî-emperyalîste. Artêşa me FANB bi tehdîdan ji çi kesî re serî daneyne.”

Parve bike: