Macarîstan, pêsniyaza Yekîtiya Ewropayê veto dike
PeyamaKurd-Rayedarên Macarîstanê ragihand ku ew ê pêşniyaza Yekîtiya Ewropayê ya li ser qedexeya hawirdeya petrola Rûsyayê veto bikin. Sedem jî wisa hat nîşandan ku enerjî, xeta sor a Macarîstanê ye, ji ber vê jî welatê wan nikare piştgiriya vê pêşniyazê bike.
Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban, li ser pêşniyaza Yekîtiya Ewropayê ya li ser qedexekirina hinardeya petrola Rûsyayê, biryara welatê xwe ragihand û da zanîn ku dê ev pêşniyaz ji aliyê wan ve were vetokirin ango redkirin. Serokwezîrê Macarîstanê, di axaftina xwe ya heftane ya bernameya Radyoya Dewletê (Kossuth Radyo) de da zanîn ku ew di vê mijarê de piştgriyê nakin.
Viktor Orban got “ Enerjî xeta me ya sor e. Pakêta dorpêçê ya qedexekirina petrola Rûsyayê nayê qebûlkirin. Kirîna petrolê ya ji welatekî din, dê ji bo Macarîstanê hem zêde bi mesref be hem jî hewcedarî bi pêvajoya 5 salan a derbasbûnê heye. Heta ku ev pirsgirêk were çareserkirin, dê hikûmeta me mafê xwe yê vetoyê bi kar bîne.”
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, di 3yê Gulanê de pakêta 6emîn a dorpêça li hember Rûsyayê pêşkêş kiribû û di nav pakêtê de qedexekirina hawirdeya petrol û berhemên petrolê yên Rûsyayê hatibû pêşniyazkirin.