Macron 8 mîlyar Euro destek dide sektora otomobîlan
PeyamaKurd- Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi sedema ku sektora otomobîlan ji Kovid-19 ê zêde zerarê dît, biryarê da ku bi miqdarê 8 mîlyar dolarî destekê bide sektorê. Macron, di dema ku çû seredana fabrîkeya otomobîlan ya li taxa Etaplesê, civîneka çapemeniyê lidarxist.
Macron ragihand ku Fransa wê ji sala 2025an û bi şûnde di salê de 1 mîlyon otomobîlên bi elektrîkê dixebitin yên hîbrît ku mirov dikaribe şarj bike, wê hilberînin. Macron got ku ew dixwaze di Ewrûpayê de jimara hilberîna herî zêde ji aliyê Fransayê de bêkirin.
Macron ragihand ku bi sedema nexweşîna koronavîrusê bi qederê 500 hezar erebe nehatine firotin û wê di meha hezîranê de bo firotina 200 hezar erebeyan bi Fransizan re alîkarî bike. Wê bo kesên ku erebeyên bi elektrîkê bikirin 7 hezar Euro, bo şîrketan 5 hezar û bo erebeyên hîbrît 2 hezar Euro tenzîlatê bikin.
Macron got ku heya 2022 an fabrîka otomobîlan ya Fransayê Renault, dê hilberîna erebeyên elektrîkî de, 3 car li yên niha zêdetir bike. Wê bo Renaultê 5 mîlyar Euro alîkarî bike an na, wê paşî biryarê bidin.