Cîhan
Macron: Em ê 6 santralên nukleerî ava bikin
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ji bo welatê xwe ji muhtaciya derve rizgar bike an kêm bike wê sanayiya nukleerî bipêş bixe. Macron got ku dixwaze nukleer enerjiyê û hem enerjiya ku dikare xwe nûh bike bipêş bixin.
Ji bo pêdiviya Fransayê wê 6 santralan ava bikin û dest bi proja 8 santralên îlawe jî kirine. Wê di sala 2028 an de dest bi avakirina santrala ewilî bikin û di sala 2035 an de temam bibe.
Macron her weha got ku heya sala 2050 yan wê enerjiya rojê bikin deh car li ya niha.