TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron îro serdana Moskow dike

Admin L
Nivîskar
📅 07 sibat 2022 14:48

PeyamaKurd Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro di çarçoveya aloziyên navbera Rûsya û welatên Rojava li ser pirsa Ukraynayê de, serdana Rûsyayê dike û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re dicive.

Macron herwiha biryar e piştî serdana Rûsyayê û civîna bi Putin re, roja pişt re serdana Ukraynayê bike û bi serokê wî welatî re jî bicive.

Li gor berpirsên Fransayê, di çarçoveya koma Normandî de Macron wê daxwazê ji Putin bike, danûstandina ligel Ukraynayê dirêj bike û zêdegaviyên cudaxwazên Ukraynayê li rojhilat rawestîne.

Parve bike: