TR KU SO
FB X
Kurdistan

Macron cara duyem serdana Cezayîrê dike

Admin H
Nivîskar
📅 21 tebax 2022 13:06

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokê Fransayê Emmanuel Macron hefteya pêş serdaneke fermî bo Cezayîrê bike.

Koşka Elysee ragihandiye, tê çaverêkirin serdana Macron a Cezayîrê di navbera 25 û 27ê Tebaxê de pêk were.

Hat diyarkirin ku Macron, vexwendina Serokê Cezayîrê Abdelmadjid Tebboune qebûl kiriye û ev dê bibe duyemîn seredana fermî ya Macron bo welatê Afrîkaya Bakur ku bi Parîsê re têkiliyên wan ên bazirganî yên nêzîk hene.

Li gorî zanyariyan bi saya yedekên xwe yên mezin ên gaza xwezayî, Cezayîr di van demên dawî de, piştî kêmkirina hinardeya gaza rûsî ji bo Yekîtiya Ewropayê bûye navendeke dabînkirina gaza sirûştî.

Macron beriya niha di axaftineke xwe de, gotibû beriya mêtîngeriya Fransayê ya li ser Cezayîrê netewekî wekî Cezayîr tune bû û ev bûbû sedema nerazîbûn û nakokiyê di navbera herdu welatan de.

Parve bike: