TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron Trump tehdîd kir

Admin M
Nivîskar
📅 09 hezîran 2018 22:06

PeyamaKurd- Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Amerîkayê bi sedema ku ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyaye û dixwaze bacên nû yên gumrukê ji Îranê re deyne, bi derxistina Amerîkayê ji zîrwe ya G7an tehdîd kir.

Zîrwe ya G7an ya ku ji endamên aboriya wan xurt ya 7 dewletên dinyayê pêk tê, li bajarê Kanadayê li Quebecê destpêkiriye. Zîrwe bo Trump gelek bi zahmetî derbas bû û bi sedema siyaseta Trump ya dinyayê, gelek rexne lê hatin kirin û endamên din hişyarî dan Trump.

Lê tevî rexneyan, Trump di ser hesabê xwe yê Tweeterê de, bo Macron weha got: “Macron hevalê min e. Ji serî de pêwendiyên me yên xweş hene.”

Lê Macron di serî de bi zimanekî tund Trump rexne kir û sedem jî danîna baca bo hesinê pola û alûmînyûm bo ser Îranê nîşan da û vekişandina ji peymana nukleerî jî rexne kir.

Macron got ku ew nikare zorê bide Trump da fikra xwe biguhêre lê Trump jî nikare bi sedema ku serokên din biryaran didin, wan sûcdar bike. Macron weha dewam kir:

“Divê Awrûpa bi sedema kiryarên Trump mehkûm nebe. Belkî Trump ji xwe re nake derd ku di civaka navdewletî de bi serê xwe bimîne. Lê eger pêwist be,em jî ji xwe re nakin derd ku bi 6 endaman dewam bikin.

Parve bike: