Cîhan
Macron: Vekirina Tengava Hurmizê bi vebijarka leşkerî ne rastbîn e
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bangawaziya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo vekirina Tengava Hurmizê bi rêya operasyoneke leşkerî nirxand û diyar kir ku ev fikrekî ne "rastbîn" e.
Macron destnîşan kir ku hewildaneke bi vî rengî dê bibe sedema metirsiyên mezin û got ku vekirina tengavê tenê bi rêya diyaloga bi Îranê re pêkan e.
Herwiha Macron, Trump bi daxuyaniyên nakok tawanbar kir û got: "Heke hûn dixwazin cidî bin, divê hûn her roj tiştên berevajî gotinên roja berê neyînin ziman. Belkî jî divê hûn her roj neaxivin."
Macron bersiv da gotinên Trump ên derbarê wî û hevjîna wî Brigitte Macron de jî û diyar kir ku ev gotin ne hêjayî bersivdayînê ne.