Macron: Wê Buhira Hurmizê ast bi ast vebe
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron, di wexta seredana xwe ya Kibrisê de ku Kibris ketibû ber êrîşên Îranê, axaftinekî kir û di axaftina xwe de got:
“ Fransa plan dike ku ji bo Buhira Hurmizê vebe, operasyonekî bi armanca bergiriyê bike.”
Macron, li bajarê Bafê li baregeha hewayî ya Andreas Papandreou bi serokê Kibrisa Rûman re bi Nikos Hristodulidis û serokwezîrê Yunanistanê bi Kiryakos Miçotakis re civînekî sêqolî kir û paşî di civîna çapenemiyê de axifî:
“Dema Kibris bikeve ber êrîşê, ev tê vateya ku Ewrûpa dikeve ber êrîşê. Parastina Kibrisê ji bo Fransayê û pê re jî ji bo Yekîtiya Ewrûpayê meseleyekî bingehîn e.”
Macron, ragihand ku Îran piştî bi fuzeyan Kibrisê kiriye armanc, Fransa sîstema bergiya hewayî Mistral û firqeteyna Languedoc şandiye giravê. Hem grûba şer ya keştiya balafiran ya Charles de Gaulle li nêzî giravê bi cîh kiriye.
Macron, got ku armanca seredana wî ew e ku bi hevkaran re hevaltiyê bike, baweriyê bide hevkaran û korîdora tehliyê ye. Macron îşaretê balê ber bi peymanan yên lu herêmê û Kendavê kirine da û got:
“Di vê gengeşê de, em bi temamî parastvanên welatên ku bikevin ber êrîşê ne û em dixwazin li herêmê asta germahiyê dakeve.”
Macron, behsa keştiyên ku li Hurmizê dikevin ber êrîşên Îranê kir û got:
“Fransa plana operasyonekî bi armanca bergiriyê dike ku Hurmizê veke. Wê ji Ewrûpa û derveyê Ewrûpayê welat tevlî wê bibin, wê ji bo keştî û tankêran eskort çêbikin da karibin car din Hurmizê vekin. Wezîfe wê bi temamî aştiyane be, bergiriyê bike û rêhevaliyê bike.”
Hurmiz, ji aliyê bazirganiya navdewletî ya gaz û petrolê de girînge, divê ji bo seferên han, ji Derya Sor heya rêya Suweyşê operasyona Aspidesê ya YEyê bê xwurtkirin. Baregeha Aspidosê li Yunanistanê ye, koordînasyona niha ji aliyê Yûnanistanê de dimeşe û wê Fransa ji bo vê operasyonê, bo dema dirêj 2 firqeteynan bişîne.
Macron, her weha ragihand ku Fransa li Rojhilatê Derya Sipî, Derya Sor û Buhira Hurmizê 8 firqeteynan, 2 keştiyên helîkopteran yên amfibi û keştiya balafiran dê bicîh bike.