Cîhan
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan: Tirk bo Lîbyayê lesker perwerde dikin
PeyamaKurd- Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ku Tirkiyê li Efrînê 1600 leşkeran perwerde dikin da wan bişînin Lîbyayê. Leşkerên ku tên perwerdekirin bi navên Sultan Mûrad û Suleyman Şah in.
Mala Çavdêriyê dibêje ku van hêzan bi ser Artêşa Mîllî ya Sûriyê ve ne û dê Tirkiye wan bişîne Lîbyayê da li dijî hêzên general Hafter bi artêşa Lîbyayê re tevbigerin. Ew 1600 leşker niha di kampên Tirkiyê yên li Efrînê de tên sekinandin.
Berê jî Mala Çavdêriyê gotibû ku 300 leşkerên ji aliyê Tirkiyê de perwerdekirî gihîştine Trablûsê.