Marco Rubio: Îro 5em salvegera bêdengkirina çalakiyên Kubayê ye
PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Amerîkayê Marco Rubio di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de peyamekî belav kir û behsa çalakiyên ku 5 sal berê li dijî desthilata Kubayê hatibûn kirin, kir. Rubio got:
“Îro di ser tepisandina çalakiyên 11ê Tîrmehê de ku li Kubayê çêbûbûn, 5 em salvegera wan çalakiya ye. 5 sal di ser wan çalakiyên aştiyane de derbas bû ku ji bo mafên bingehîn, şeref û heysiyeta xwe çalakiyan dikirin û rejîma komunîsta Kubayê çalakiyan fetisand.
Ji bo Kubayî çima nikarin bibin xwediyê kargehan, çima nikarin tevlî pêvajoya siyasî bibin an pirsa ku çima nikarin debara malbata xwe bikin, temamê sûcên wan ev pirs bûn ku ji wan re bûn sûc.
Bi sedan kes heya niha di girtîgehan de ne û di bin şertên giran de êşê dikşînin. Pêwiste rejîm yekser wan serbest berde.”
Rubio ragihand ku ew û Trump dahatûyekî baştir ji bo Kubayiyan dixwazin û weha dewam kir:
“Ez û Trump dixwazin ku Kubayî bêhtir xwediyê azadiyê û serbestîye bin lê Kuba ji me 90 mil wêdetir, welatê xwe kiriye ciyê îstîxbarata leşkerî ya biyaniyan, ciyê leşkerên biyanî, terorê û çalakiyên herifîner û em dixwazin dest ji van kiryaran berde û dahatûyekî baştir ji Kubayiyan ava bikin.
DYA, dê li Kubayê, teşwîqa reformên girîng yên aborî û siyasî bike, Amerîkayiyan ji tehdîdên herifîner yên ku çavkaniyên wan Kubaye, bi armanca DYAyê ji wan tehdîdan biparêze, temamê derfetên di destê DYA de ye, dê bikar bîne.”