Mattis: Rusya dixwaze bi me re berberiyê bike!
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis diyar kir ku Rusya tercîha xwe ji bo berberiya li dijî Amerîkayê hilbijart.
Mattis îro di civîna xwe ya rojane de axivî û wiha got: Me her wextî xwest ku bi Rûsyayê re hevalbendiyê bikin û bi rêya muzakereyan bimeşin. Lê mixabin Rûsya dixwaze bibe reqîbê me. Geşedanên ku li Îngîlîztan, Ukranya û Kirimê rû didin, vê yekê nîşan didin.
EM DIXWAZIN CAREKE DÎ HUZÛR Û ARAMÎ ÇÊBIBE
Her wextî deriyê me ji Rûsyayê re vekiriye. Ji bo axaftinê em her dem amade ne. Em aşîtî û aramiyê dixwazin. Di heman demê de em divin ku saziyên xwe yên demokratîk jî biparêzin.
Berî niha jî berdevka Qesra Spî Sarah Sanders gotibû ku Serokê Amerîkayê Trump dixwaze bi Moskofê xebatên hevpar bike. Lê ku lazim bibe dikarin bertekên tund jî bidin.