McGurk: Tirkiyê hist ku 40 hezar DAISî derbasî Sûriyê bibin
PeyamaKurd – Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê di têkoşîna dijî DAIŞê de Brett McGurk ragihand ku Tirkiyê rê daye 40 hezar DAIŞîyên ji 110 welat ku biçin nav Sûriyê û tevî hemû hewlên wan jî sînorên xwe ji wan re negirtiye.
McGurk li ser medya civakî got, li dema karê xwe di Hevpeymanîya Navdewletî li dijî DAIŞê, nemaze dema DAIŞê xwe birêxistin dikir bi Tirkiyê re xebitîye û çend caran çûye Enqerê ji bo Tirkiye sînorên xwe ji wan re bigire, lê Tirkiyê ew kar nekiriye.
McGurk got ku berpirsên Tirkiyê ji wî re gotine ew nikarin sînorên xwe bigirin û da zanîn, dema hêzên Kurdî, devereke berfireh ji sînor kontrol kirin, wê çaxê Tirkiyê sînor daxist û dîwarekî mezin bi demeke kêm li deverên sînorî lêkir.
Herwiha li gorî New York Timesê di êrîşên dawî de, Tirkiyê girtîgehên DAIŞî lê dimînin bombardiman kirine û heya niha bi dehan terorîstên DAIŞê yên girtî reviyane.