Wezîrê Tirk: Artêsa Tirkiyê sîng bi sîng 3 hezar DAISî kustin
PeyamaKurd - Wezîrê Bervaniya Tirkiyê Hulusî Akar li ser wergirtina çekên ku bo YPG/HSDê bi mebesta şerê DAIŞê ji aliyê Amerîkayê ve hatine dayîn got ku bi rayedarên Amerîkî re li ser ew plana radestkirina çekan dikin.
Akar wekî ku li Sûriyê şerê DAIŞê ne hevpeymaniya navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk heta niha meşandine, diyar kir ku artêşa Tirkiyê şerê DAIŞê kiriye û got, "TSKê (Artêşa Tirkiyê) bi şerê sing bi sing zêdetirî 3 hezar DAIŞî bêbandor kirin. Artêşa herî jêhatî û kêrhatî ya dinyayê TSK dikare hemû DAIŞiyên mayî jî bêbandor bike.“
Hulusî Akar destnîşan kir ku ew bi rayedarên Amerîkayê re li ser radestkirina çekên destê YPGê de danûstandinê dikin û li ser çawaniya pêkanînan planan dixebitin.
Akar herwiha bal kişand ser ku ew hevdem bi rayedarên Amerîkî û Rûsî re hevdîtinan berdewam dikin û mijara Til Rifatê jî yek ji wan mijaran e.