TR KU SO
FB X
Cîhan

Merz: Êdî kes nikare Çînê paşguh bike

📅 25 sibat 2026 12:33

PeyamaKurd - Şansolyerê Alman Friedrich Merz diyar kir ku êdî kes nikare Çînê paşguh bike û pirsgirêkên siyasî yên cîhanî yên mezin bêyî beşdariya Pekînê nayên çareserkirin.

Di daxuyaniyekê de ku li balafirgehê berî çûyîna xwe ya Çînê hat kirin, Friedrich Merz got, "Çîn gihîştiye astên hêzên mezin. Divê ev yek di siyaseta me ya Çînê de jî were hesibandin. Êdî kes nikare Çînê paşguh bike. Îro, pirsgirêkên siyasî yên cîhanî yên mezin bêyî beşdariya Pekînê nayên çareserkirin."

Şansolyer Merz tekez kir ku ji bo bidawîkirina krîz û şerên mezin ên îro hevkarî girîng e û got, "Ev yek ji bo hewldanên me yên ji bo bidawîkirina şerê çar-salî yê Rûsyayê li dijî Ukraynayê jî derbas dibe. Çîn di vê mijarê de xwedî bandorek mezin e û wê bibe faktorek girîng. Dengê Pekînê li Moskowê jî tê bihîstin. Em dixwazin di serdana min de li ser vê mijarê nîqaş bikin."

Şansolyerê Alman herwiha diyar kir ku Çîn ji bo rêkûpêkî, aştî û ewlehiyê li Pasîfîkê faktorek diyarker e.

Merz diyar kir ku ew dixwaze di serdana xwe ya Çînê de li ser pênc prensîban bisekine û van prensîban wiha rêz kir: polîtîkayeke zîrek a Çînê, kêmkirina rîskê, pêşbazî û şefafî, rastiya ku krîzên cîhanî bêyî Çînê nayên çareserkirin û danîna polîtîkaya Çînê di çarçoveya Ewropî de.

Serokwezîr Merz tekez kir ku ew dixwazin bi Çînê re polîtîkayeke "kêmkirina rîskê" bişopînin û got, "Ev ne tenê ji bo Çînê lê bi giştî jî derbas dibe. Lêbelê, wê xelet be ku em vê yekê bi veqetandina ji Çînê ve girêbidin. Ger em polîtîkayeke wisa bişopînin, em ê tenê zirarê bidin xwe. Li şûna ku em derfetên xwe yên aborî baştir bikin, em ê wan xera bikin. Ev yek wê cîhana me ewletir neke û em ê derfeta ku bi hev re karên cîhanî çareser bikin ji dest bidin."

Merz got ku "peyama Ewropayê zelal e", diyar kir ku ew dixwazin bi Çînê re hevkariyeke hevseng, pêbawer, li ser bingeha rêgezan û adil hebe.

Merz bal kişand ser gotina Çînî ya "Hesp ne bi tena serê xwe, lê bi yên din re ku erebeyê dikişînin hêza xwe nîşan dide" û destnîşan kir ku hêviya wî ji serdanê çalakiya hevbeş û sûdwergirtina hevbeş bû.

Parve bike: