TR KU SO
FB X
Cîhan

Mike Pompeo ji niska ve serdana Iraqê kir

Admin H
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2019 20:35

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdaneke nişka ve li Bexdayê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ku derketiye geşta Rojhlita Navîn û dê serdana 8 welatan bike, ji nişka ve serdana xwe ya pêşî li Bexdayê kir.

Pompeo ji aliyê Serokê Parlamena Iraqê Muhammed Helbûsî ve hat pêşwazîkirin û tê çaverêkirin, bi Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, Serokomar Berhem Salih û rayaderên din ên Iraqê re bicive.

Tê pêşbînîkirin mijara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û bicihkirina leşkerên li Iraqê jî di rojeva civînên Pompeo de be.

Parve bike: