TR KU SO
FB X
Cîhan

Milîsên Sîe yên Iraqê : Em nahêlin ti serbazekî biyanî li ser axa welatê me bimînin

Admin L
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2021 14:30

PeyamaKurd – Milîsên Şîe yên Iraqê daxuyaniyek di derbarê gera dawî ya diyaloga stratejiyê ya Bexda û Washingtonê belav kirin û dan zanîn, em nahêlin ti serbazekî biyanî li ser axa welatê me bimînin.

Desteya Hevahengî ya Komên Muqaweme yên Iraqê di daxuyaniyê de diyar kir: “Rahênerên serbazî yên Amerîka û Hevpeymanan şikestin xwarin li Iraqê û rola sîxur bi ser dezgehên ewlehiyê de dibînin, loma em nahêlin ti serbazekî biyanî li ser axa Iraqê bimînin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Erkê sereke yê hêzên esmanî yên Amerîkayê li Iraqê, parastina Îsraîlê û sîxuriya bi ser komên muqawemeyê de ye.”

Sekreterê Milîsên Esayîbê Ehlê Heq Qeys Xezelî jî do eşkere kiribû: “Mayîna hêzên Amerîkayê ji bo xelkê Iraqê nîne, ji bo berjewendiya Îsraîlê ye.”

Parve bike: