TR KU SO
FB X
Cîhan

Mirovekî bi kêrê û demançê ket rawestgeta teksiyê û kesên wê derê dîl girt

Admin M
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2025 00:30

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Kocaeliyê li taxa Cedidê nêzê nexweşxana dewletê ya bajêr mirovekî yê bi navê E.M. seet di 15.30an de, bi kêrê û demançê çû rawestgeha taksiyan.

Li ser agadarkirina hêzên ewlehiyê li der û dor tedbîran sitendin. Tîmên taybet rêya wê derê girtin. Polîs li dora 2 seetan pêre axifîn da ew razî bikin.

Li ser nerazîbûna kesê navborî, tîmên tyaybet ketin dewrê û ew girtin. Paşî ew birin nexweşxanê û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Parve bike: