TR KU SO
FB X
Cîhan

MSB: Em gavên asayîbûnê yên li Şingalê bi kêfxweşî pêşwazî dikin

Admin H
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2026 14:43

PeyamaKurd - Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) du roj berê (26ê Çiriya Pêşîn a 2026an) tevlî hêzên ewlehiyê yên Iraqê bûn.

Wezareta Parastina ya Tirkiyeyê (MSB) têkildarî vê mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew gavên asayîbûnê yên li herêmê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Di civîna çapemeniyê ya heftane de çavkaniyên wezaretê her wiha li ser lihevkirina deryayî ya bi Lîbyayê re jî nirxandin kirin û banga lihevkirinê li Misirê kirin.

Çavkaniyên wezaretê tekez kirin ku tesîskirina serweriya dewletê û ewlehiyê ya ji aliyê hêzên fermî yên Iraqê li Şingalê ji bo avakirina aştî û aramiyeke domdar pêngaveke girîng e.

Tirkiye diyar kir ku ew vê pêvajoyê bi nêzîkî dişopîne û armanca wan ew e ku herêm ji rêxistinên çekdar bê paqijkirin.

Parve bike: