Cîhan
Muxalîfê Belarûsî li paytexta Ûkraynayê mirî hat dîtin
PeyamaKurd – Muxalîfê Belarûsî Serokê Komeleya Mala Belerûsê Vîtaliy Şîşov ku bi alîkariya muxalîfên ûkraynî dihat naskirin, ji doh 2yê Tebaxê ve winda bûbû û îro Sêşemê li paytexta Ûkraynayê termê wî hat dîtin.
Hat ragihandin ku termê Serokê Komeleya Mala Belarûs Vîtalîy Şîşov li paytexta Ûkrayna Kîevê bi darekê ve daleqandî hatiye dîtin.
Li gorî zanyariyan cihê ku termê Şîşov hatiye dîtin parkeke nêzîkî mala wî bûye.
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin ku nayê zanîn bê hatiye kuştin yan jî bixwe întihar kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Komeleya Mala Belarûs a Şîşov serokatiya wê dikir, alîkariya muxalîfên ûkraynî dikir.