TR KU SO
FB X
Cîhan

Muxalîfê Pûtîn, Navalny li girtîgehê kete greva birçîbûnê

Admin H
Nivîskar
📅 01 nîsan 2021 19:36

PeyamaKurd – Serokê muxalefetê li Rûsyayê û rikeberê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Alexey Navalny ku piştî tedawîya jehrîkirinê li Balafirgeha Moskowê hatibû girtin û piştî wê xwepêşandanên mezin dest pê kiribûn, li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.

Navalny li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand: “Min dest bi greva birçîbûnê kiriye, da rêzê ji zagonê re bigirin û bihêlin bijîşkekî ji derve serdana min bike.”

Navalny got, pişt û lingê wî pir diêşin û diyar kir, ew li şûna dermankirinê tê îşkencekirin.

Alexey Navalny piştî ku li Rûsyayê hatibû jejhrîkirin li Almanyayê li nexweşxaneyekê tedawî bûbû û 17 Çileya 2021ê dema vegeriya Moskowê hatibû girtin.

Parve bike: