Cîhan
NATO: Rûsya sertên peymana nukleerî nayne cî
PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ragihand ku pirsgirêka nukleerî ya navçeyî ji Rûsya dertê û Rûsya peymanê bi cîh nayne. Stoltenberg bi sedema tetbîqata NATO yê bo ‘Trident Juncture 18’, bo çavdêriyê çû Norweçê û li wê derê bo çapemeniyê agahiyan da.
Sekreterê giştî ragihand ku Rûsya di mijara bicîhkirina fuzeyên navçe li Awrûpayê, peymanê îhlal dike û weha dewam kir:
“ Em bang li Rûsyayê dikin ku peymanê tetbîq bike. Ti peymanek bi tetbîqkirina yek alî li piya namîne. Temamê hevkarên me di nava endîşeyê de ne.”