TR KU SO
FB X
Cîhan

NATO xebatên xwe yên Iraqê da rawestandin

Admin M
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2020 23:18

PeyamaKurd- NATO, piştî kuştina fermandarê hêzên Qudsê Qasim Silêmanî xebatên xwe yên perwerdê li Iraqê da rawestandin. NATO pêşdeçûnên li herêmê dişopîne û cîgirê berdevkê NATO yê Dylan White ragihand ku di çarçoveya pêşdeçûnên diherêmê de, bi rêvebirên Amerîka re têkiliyên wan dewam dikin. White weha got:

“NATO halê herêmê ji nêz de dişopîne. Xebatkarên me yên li herêmê yên ku perwerdê didin, ewlekariya wan bo me gelek girîng e. Em ê şertên ewlehiya herêmê kontrol bikin û temamê tedbîrên xwe bigrin.”

Parve bike: