Cîhan
Ne qeza lê weka qetlîamekiye
PeyamaKurd- Li welatê Çînê, TIRekî li erebeyên ku li ber gîşeyan rawestiyabûn da û di encamê de 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor ragihandina ajansa Şinhuayê li Çînê li bajarê Lanzhouyê ajoyvanê TIR ê kontrola TIR ê ji dest wenda kir û li erebeyên ku di kontrola gîşeyê de rawestiyabûn xist.
15 mirî, 44 kes birîndarin ku 10 ji wan birînên wan xedarin û 31 erebe xesarê dîtin.