TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû: Armanca me ew e gelê Îranê zincîra zilmê bişkîne

Admin H
Nivîskar
📅 10 adar 2026 20:02

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, di civîna rojnamevanî ya li Qudsê (Orşelîm) de got, ew hêvî dikin ev êrîşên ser Îranê bibin sedem ku gelê Îranê li dijî rejîmê rabe û "zincîra zilmê" bişkîne.

Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser operasyonan û diyar kir, "Ti guman tê de nîne ku em ê hestiyên wan bişikînin û destê me ji bo êrîşên zêdetir hîn jî dirêjkirî ye."

Netanyahu îdîa kir ku wan di pêgeha Îsraîlê de guherîneke mezin pêk aniye û ew ê paşve gav neavêjin.

Parve bike: