TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahu bersiva Hamasê da!

Admin L
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2024 13:47

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşniyara Hamasê ya ji bo pevguhertina girtiyan red kir.

Netanyahu di daxuyaniya xwe ya vîdyoyî de diyar kir ku wan heta niha 110 dîl vegerandine û bi biryar in ku hemûyan vegerînin û "şert û mercên radestkirina Hamasê" red kir.

Netanyahu diyar kir ku Hamas daxwaza rawestandina şer û derketina hêzên Îsraîlî ji Xezzeyê dike li hember azadkirina girtiyan. Di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ger vê yekê qebûl bikin wê bibe sedema bêwateyiya mirina leşkeran, ewlehiya welatiyan neyê garantîkirin û dibe ku dîsa 7ê Cotmehê dubare bike.

Netanyahu derbarê rewşa navborî de ev daxuyanî da:

"Em li hemû eniyan û qadan şer didomînin. Em parêzbendiyê nadin ti terorîstan. Ne li Xezzeyê, ne li Lubnanê, ne li Sûriyeyê û ne jî li tu deverên din. Em ê zirarê bidin her kesê ku hewl bide zirarê bide me."

Parve bike: