Cîhan
Netanyahû: “Bo lêdana Îranê em hazir in”
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku bibe sedemê şer jî hikûmeta wî bibiryar e ku bi 'êrîşkariya Îranê’ re rûbirû bibe.
Wezareta Serokwezîriyê ya Îsraîlê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku Serokwezîr Binyamîn Netanyahû diyar dike ku: “Ji bedêla paşdexistinê, demildest hê ku êrîşkariya Îranê di pêvajoya çarlepkan de ye, bibe sedemê şer jî em bibiryar in ku vê êrîşkariyê bi dawî bînin."
Netenyahû diyar kir ku welatê wî ne aliyê bilindkirina rageşiyê ye lê ew ji her senaryoyê re jî hazir in.
Ew wiha axivî:
"Dewletên ku mudaxeleya êrîşên kujende di wext de nekirine, paşî bi bedêlên girantir rûbirû mane. Em rageşiyê naxwazin, lê belê em ji her cur senaryoyên muhtemel re hazir in."