Netanyahu: Danûstandinên bi Lubnanê re wê dest pê bikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew ê danûstandinên rasterast bi Lubnanê re dest pê bikin.
DYA û Îran pêr (8ê Nîsanê) bi navbeynkariya Pakistanê li ser agirbestek du-hefteyî li hev kirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî agirbest bi şertê ku Tengava Hurmuz tavilê were vekirin qebûl kiriye.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî diyar kir ku 'derbasbûna ji Tengava Hurmuzê dikare bi hevrêziya artêşa Îranê gengaz be.'
Lêbelê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku ew piştgiriyê didin agirbesta du-hefteyî bi Îranê re, lê peyman Lubnanê nagire nav xwe.
Netanyahu ragihand ku wî talîmat daye Kabîneya Ewlekariyê, ku doh civiya, ku di zûtirîn demê de danûstandinên rasterast bi hikûmeta Beyrûtê re dest pê bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku danûstandinên rasterast wê li ser bêçekkirina Hizbullahê û avakirina 'têkiliyên aştiyane' di navbera her du welatan de bisekinin.