TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû: Ev serfiraziyeke bêhempa ye

Admin H
Nivîskar
📅 10 nîsan 2019 23:10

PeyamaKurd - Serokwezîrî Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li gor encamên ne fermî yên hilbijartinên giştî yên Îsraîlê li pêşiya hevrikên xwe yên siyasî ye.

Li gor sedî 97ê dengên ku hatine jimartin, partiya Netanyahû Lîkud û Tifaqa Şîn û Spî li parlamentoya Îsraîlê Knessetê her yek 35 kursiyan bi dest dixin.

Lê belê ji ber ku Netanyahû dikare bi piştgiriya partiyên din ên rastgir hikûmeta koalisyonê ava bike ji niha ve serkeftina xwe ragihand.

Netanyahû li ser encamên hilbijartinê diyar kir ku ew dê bibe serokwezîrê tevahiya ol, nijad û baweriyên li Îsraîlê û got, ‘Ev serfiraziyeke bêhempa ye. Gelê Îsraîlê careke din ango cara pêncemîn vê carê hîn zêdetir bawerî bi min anî, pir hestiyar bûm.”

Parve bike: