Netanyahu: Mala wî ne keleha wî ye dikare bireve lê dîtina wî nêzîk e
PeyamaKurd – Benjamin Netanyahu ragihand ku mala serokê Hamasê Yahya Sinvar li Xezzeyê hatiye dorpêçkirin.
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Îsraîlê ragihand, artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisê ku duyemîn bajarê herî mezin ê Xezzeyê ye, dora mala Serokê Hamasê Yahya Sinvar ê li Xezzeyê girt.
Netanyahu derbarê rewşa navborî de daxuyanî da û got, "Mala wî ne keleha wî ye, dikare bireve, lê dîtina wî nêzîk e."
Ji aliyê din ve Netanyahu diyar kir, bi Seroka Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) Mirjana Spoljaric re hevdîtin pêk aniye û got, wî ji Spoljaric xwestiye ku bi Qeterê re têkiliyê deyne da ku karbidestên Xaça Sor karibin serdana girtiyên Îsraîlî yên li Şerîda Xezzeyê bikin. .
Di daxuyaniya nivîskî ya berdevkê artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku hêzên taybet ên Îsraîlê li navenda bajarê Xan Yûnisê "cara ewil" şer kirin.