Nexwesiya derûnî li Iraqê zêde bû; Pir kêm pispor hene
PeyamaKurd – Digel ku nebûna pisporên tenduristiya derûnî li Iraqê hin welatiyan neçar dike ku bi şêwirmendên serhêl şêwir bikin, Rêveberê Nexweşxaneya Reşad Fîras el-Kazimî diyar dike ku hejmara bûyeran gelek ji kapasîteya wan zêdetir e.
Girîngiya kêm li ser tenduristiya derûnî li Iraqê ku bi salan e bi nakokiyên olî û siyasî re têdikoşe, dermankirina nexweşiyên derûnî dijwar dike ku di van salên dawî de zêde bûne.
Nexweşxaneya Reşad tekane navendeke tendirustiyê ye li Bexdayê ku nexweşên bi nexweşiyên derûnî yên giran ji wan nexweşên şîzofreniyê jî di nav de qebûl dike, nexweşxaneya Reşad ji xeynî nexweşxaneyê xizmetên şêwirmendiyê jî ji bo kesên ku tûşî depresyonê û pirsgirêkên metirsiyê bûne pêşkêş dike.
Midûrê Nexweşxaneya Reşad Kazimî diyar kir, li nexweşxaneyê di nav de 11 pijîşkên derûnî hene û ev hejmar kêm e, “Ji bo her bijîjkî 150 nexweş hene, lewma divê her bijîjkek di nava 30 rojan de ji 150 nexweşan re xizmet û dermankirinê bike. Ev li tu welatekî din nîne û ev hejmareke mezin e."
Di demekê de ku nakokiyên siyasî û mezhebî li Iraqê ji aliyekî ve û binpêkirinên DAIŞê ji aliyê din ve bi giştî bandorên gelek nerênî li ser hevwelatiyên wî welatî dikin, lê hîn jî welat pêwîstiya xwe bi derûnnasan heye.
Psîkiyatr Zeynep Abdulrezzak di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got, “Li seranserê cîhanê stemeke xerab li ser pizîşkên derûnî hebû, lê di van demên dawî de mirov girîngiya vê taybetmendiyê fam dikin, nemaze nifşê îro ji yên berê jîrtir e, ev jî bûye sedema daxwaza psîkoterapiyê zêde dibe.”