TR KU SO
FB X
Cîhan

Nîqasa CHPê ya navxweyî didome

📅 04 tîrmeh 2018 03:43

PeyamaKurd - Arîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Berdevkê Partiyê Bulent Tezcan got: "Serokê me yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu û Muharrem Înce li xwarineke taybet hatin bal hev. Li ser hin mijarên ku di vê hevdîtinê de hatibûn axaftin hin tişt tên gotin û peyamên xelet tên dayîn. Ev helwesteke ne baş e û dijî nezakete siyasetê ye. Di rojeva me de tu behsa kurultayê tune ye."

Tezcan axaftina Înce nirxand û der barê gotoinên wî da daxuyaniyek da.

Tezcan got ku CHP analîz û nirxandinên xwe yên der barê encamên hilbijartinên 24ê hezîranê wê di lijneyên partiyê bike û wiha dewam kir:

"Piştî her hilbijartinê ev mijara kurultayê tinîn rojevê. Em û partiya me êdî ji van gotinan westiyan. Ev nîqaşana zirarê dide partiyê. Serokê me yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu û Muharrem Înce li xwarineke taybet hatin bal hev. Li ser hin mijarên ku di vê hevdîtinê de hatibûn axaftin hin tişt tên gotin û peyamên xelet tên dayîn. Ev helwesteke ne baş e û dijî nezakete siyasetê ye. Di rojeva me de tu behsa kurultayê tune ye."

Ji aliyê din Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPê wê roja penşemê bi serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu re bicive.

Muharrem Înce li ser mijarê wiha gotibû: "Min pêşniyaz li Kiliçdaroglu kir ku heger bixwaze dikare kongreya derasayî bicivîne. Ew dikare bibe serokê giştî yê rûmetê û ez jî bibim serokê giştî. Heger bibêje 'Na' wê rêxistin bi xwe çareser bike."

Muharrem Înceyê ku di 24ê Hezîranê de namzedê CHPê bû daxuyanî dabû rojnamevanan û der barê hevdîtina ku bi Serokê Giştî yê Kemal Kiliçdaroglu re kir de axivîbû.

Parve bike: