TR KU SO
FB X
Cîhan

Nîqasa nav CHPê berdewam e û AKP bêreqîb dimîne

📅 06 tîrmeh 2018 08:30

PeyamaKurd - Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan got: "Di rojeva navenda me ya giştî û Birêz Serokê Giştî de banga ji bona kongreya derasayî tuneye."

Lijneya Rêvebiriya Navendî ya CHPê di serokatiya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de civiya.

Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan der barê civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî ya CHPê de daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Tezcan ji bona banga der barê civandina kongreya derasayî de wiha got: "Di rojeva navenda me ya giştî û Birêz Serokê Giştî da banga ji bona kongreya derasayî tuneye."

Berdevkê CHPyê Tezcan bal kişand ser hilbijartinên herêmî û wiha peyivî: "Wekî CHP fikra me ew e ku hilbijartinên herêmî di dema xwe de bên kirin. Helwesta me ya di vê mijarê de eşkere ye."

Muharrem Înce jî li ser vê got ew nakeve nîqaşê lê 30 bajêr piştgiriya wî dikin û ew bisebir ber bi hedefa xwe ve dimeşe.

Parve bike: