Cîhan
Nivîskarên Zamanê hatin cezakirin
PeyamaKurd - Nivîskarên rojnameya Zamanê ku ya cemata Fethullah Gulen bû bi hepsê hatin cezakirin.
Akademisyen û nivîskar Mumtazer Turkone û Berpirsê Zamanê yê Enqereyê Mustafa Unal her yekî 10 sal û 6 meh cezayê hepsê xwarin.
Ali Bulaç Şahin Alpay ku nivîskarê rojnameyê bûn û bi muebedê dihatin mehkemekirin her yekî 9 sal û 9 meh hepis xwarin.
Ahmet Turan Alkan jî heman ceza xwar lê hat texliyekirin.
Halê hazir Ali Bulaç, Şahin Alpay li derve ne.