TR KU SO
FB X
Cîhan

Nûnerên 79 welatên Hevpeymana Dijî DAISê li Washingtonê dicivin

Admin S
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2019 14:45

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê 6 Sibatê li Washingtonê civînekê li dar dixe.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê ji 79 welatan nûner û wezîrên derve yên welatan beşdarî civîna hevpeymaniya dijî DAIŞê bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di civîna  ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo malevaniyê dike de, dê rewş û asta dawî ya têkoşîna dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê were gotûbêjkirin.

Herwiha hat destnîşankirin ku dê di civînê de li ser nehiştina ji nû ve bihêzbûna DAIŞê û tevdîrên di asta gerdunê de li dijî wê rêxistinê were rawestîn.

Parve bike: