NY: 676 milyon jin li deverên şer di metirsiyê de ne
PeyamaKurd - Rêxistina Karûbarên Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 80 salan ve 676 milyon jin li herêmên metirsîdar dijîn û rûbirûyî karesatan bûne. Li gorî rêxistinê, di sala 2025an de zêdetirî 9 hezar bûyerên tûndûtîjiya zayendî li dijî jinan hatine tomarkirin.
Rêxistina Karûbarên Jinan a Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa jinan a ji ber şeran raporek belav kir.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku piştî sala 1946an cîhan di qonaxa herî dijwar a şerên çekdarî de derbas dibe û niha 676 milyon jin li herêmên metirsîdar dijîn ku encamên şer bi awayekî neyeksan û giran herî zêde bandorê li wan dike.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di şer û pevçûnên sala 2025an de zêdetirî 37 hezar sivîl hatine kuştin ku yek ji pênc parên wan jin bûn.
Hate gotin ku di dema şer de tûndûtîjiya zayendî weke stratejiyeke zanebûn ji bo tirsandinê tê bikaranîn, bi vî awayî li Sûdanê hewcedariya jinan bi alîkariyê ji ber tûndûtîjiya zayendî çar qat zêde bûye û di sala 2025’an de 9 hezar û 300 bûyerên piştrastkirî yên tûndûtîjiya zayendî hatine tomarkirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku heta dawiya sala 2024’an zêdetirî 123 milyon kes koçber bûne ku tê de rewşa 700 hezar jinên li Xezeyê ji ber nebûna kelûpelên tendurustiyê gihîştiye asta karesatê. Li Ukraynayê jî jin ji sedî 72 ji rêjeya bêkariyê pêk tînin û dahata wan ji sedî 41.4 ji ya mêran kêmtire. Li Afganistanê jî ji sedî 78 ji jinên ciwan ji xwendin û kar hatine bêpar kirin, ev yek jî rêjeya mirina dayikan di dema zayînê de ji bo zêdetirî sedî 50 bilind kiriye.