NY: Ceribandinên çekên nukleerî qedexe bikin
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) banga qedexekirina ceribandinên nukleerî kir.
Li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi minasebeta "Roja Têkoşîna Dijî Ceribandinên Nukleerê ya Navneteweyî" rûniştinek hat lidarxistin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres li vir axivî û got, "Di demekê de ku 13 hezar çekên nukleerî li çaraliyê cîhanê tên depokirin û welat hewl didin rastbûn, mezîn û hêza xwe baştir bikin, zêdebûna bêewlehî û parçebûnê reçeteya tunekirinê ye."
Guterres diyar kir, Peymana Giştalî ya Qedexeya Nukleerê (CTBT) ji bo cîhanek bê nukleer gavek pir girîng e.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li hemû welatan kir ku peymanê erê bikin.
Csaba Körösi, Seroka Lijneya Giştî ya 77emîn a Neteweyên Yekbûyî got, "Em ji her demê bêtir nêzî felaketeke cîhanî ne."
Körösi bal kişand ku veberhênana li çekên nukleerî ji bo mirovahiyê xefikek tirsnak e û da zanîn, "Dem hatiye ku xetereya xwekuştina komî bi dawî bibe."
Nûnerê Bilind ê Bêçekbûnê yê Neteweyên Yekbûyî Îzûmî Nakamîtsu eşkere kir, CTBT hê neketiye meriyetê, lê belê hedefeke cîhanî ya gelekî girîng e.
Izumi Nakamitsu bal kişand ser pêwîstiya tevgereke lezgîn û destnîşan kir, "Divê li dijî hemû ceribandinên nukleerî qedexeyeke qanûnî ya bi qanûnî were danîn."