TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: Em ji wê sewqiyata Rusyayê bi fikar in

Ruken güler
Nivîskar
📅 17 tebax 2023 16:30

PeyamaKurd- Neteweyên Yekbûyî (NY) di derbarê êrîşa Rusyayê ya li ser tesîsên depokirina genim û benderên li ser Dunayê de nîgeraniya xwe ragihand.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Hak, di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Alîkarê Berdevk bi bîr xist ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antoniyo Guterres berê fikarên xwe yên li ser bilindbûna nirxê xwarinên cîhanê anîbû zimên û got ku balafirên bê mirov ên Rusî, Çemê Dunayê ku alternatîfa Ukraynayê ya ji Deryaya Reş e ji bo veguheztina dexil û xwarinên din ber bi Ewropayê ve dike hedef, dê fikarên li ser bihayan sivik bike.

Ferhan Hak bal kişand ser wê yekê ku sekreterê giştî gelek dixwest vegere Însiyatîfa Genimê Deryaya Reş an jî têgihîştineke wekî wê, êrîşên navborî ev îhtîmal hîn dijwartir kir.

Parve bike: