TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: Givasên yekalî yên ser Çînê ne li gor hûqûqê ne

Admin M
Nivîskar
📅 18 gulan 2024 21:35

PeyamaKurd – Raportora taybet ya Neteweyên Yekgirtî Alena Douhan, ragihand ku givaşên ser Çînê yên yekalî ne li gor normên hûqûqa navdewletî ne û zerarê didin mafên mirovan. Nûnera taybet got ku eger givaş yekalî bin, ew tê vateya zordayîna terefên din. Douhan weha dewam kir:

“Weka komseriya bilind ya Mafên mirovan yê NY dibêje, tedbîrên yekalî di siyaseta dewleta ku dikin hedefa xwe de, bi zorê guherînan dike û nahêle ji mafên mirovî yên navdewletî fêde bibîne an bandora neyînî lê dike.”

Douhan, piştî seredana 12 rojan ya ji bo Çînê li bajarê Beijingê civîna çapemeniyê li dar xist û ramanên xwe di civîna çapemeniyê de ragihand. Di civînê de got ku ew çûye Beijing, Shenzhen û herêma otonom ya Xinjiangê, bi, rêvebirên hukumetê re, rêxistinên civakî yên sîvîl, kargeh, dezgeyên akademîk û bi nûnerên sektorên din re civiyaye.

Parve bike: