NY: Ji bo lêkolîna mafên mirovan, dê serdana Ukraynayê bê kirin
PeyamaKurd- Alîkara Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Siyasî yên Neteweyên Yekbûyî Rosemary Dicarlo, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew ê ji bo lêkolîna mafên mirovan, car din serdana Ukrayayê bê kirin.
Dicarlo da zanîn ku Ukraynayî 9 meh in ku rastî bombardumaneke dijwar tên û ji ber êrîşên Rusyayê, gelek dever ser û binê hev bûne.
Rosemary Dicarlo, got, “Rusan bi moşekan êrîşî Kiev, Mikolayiv, Çernigiv, Cherkasy, Zhytomyr, Sumi, Harkiv, Lviv, Poltava û cihên din kirine, malan xirab kirine û zerarên cidî dane berdewamiya xizmetên herêmê.
Bombardumana ku li Ukraynayê dewam dike, bûye sedem ku ji %40ê hilberîna enerjiyê zerarê bibîne û li gelek deverên Kievê, rojane 12 saet elektrîk tuneye."
Dicarlo, li ser binpêkirinên mafên mirovan jî axivî û got ku
“Komîsyona Serbixwe ya Navneteweyî ya Lêkolînê ya Ukraynayê, xebatên xwe yên binpêkirinên mafên mirovan, di nav Ukraynayê de û li derveyî Ukraynayê dewam dike. Komîser planê dikin ku heta dawiya salê, serdana Ukraynayê bikin.”
Her wiha hat ragihandin ku li gorî lêkolînên NYê, ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê û heta niha, ji 6 hezar û 500 kesan zêdetir kes bûne qurbanî û ji 10 hezaran zêdetir kes jî birîndar bûne.