TR KU SO
FB X
Cîhan

Özgür Özel: Dema CHP bibe desthilatdar dê bikeve Yekîtiya Ewrûpayê

Admin M
Nivîskar
📅 17 îlon 2024 23:29

PeyamaKurd – Serokê partiya CHPê ya Tirkiyê ku niha di muxalefetê de ye, Özgür Özel li bajarê Balıkesir a Anedolê bi şaredar û rêvebirên partiya xwe re civiya û got:

“Hedefa me endamtiya YEyê. Dema CHP bibe desthilat di nîvê dewreyekî desthilatê de zahmete ku bibe endamê YE lê wê di 10 salan de hem bibe endam û hem wekî dewletekî YE xwurt bibe.”

Özel her weha seredana Marmara Adası (Girava Marmara)yê kir û bi şaredarê wê derê re civiya. Özel got:

“Ez dilxweşim ku li Girava Marmarayê me. Divê tenzîma xwegihandina Girava Marmarayê bibe. Nabe herkes ji bo çûna Giravê 900 lîra bide. Divê ji bo xelkê li Giravê dijî, ev miqdar 400-500 lîra be. Ev jî zêdeye lê maliyet jî zêdene. Eger ne ji şaredarê me bûya, wê her tişt gelek biha bibûya.”

Parve bike: