TR KU SO
FB X
Cîhan

Parêzerên Ereb: Divê Erdogan bê darizandin

Brindar Z
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2019 06:55

Li seranserê cîhanê bertek û şermezarkirina Erdogan û dewleta Tirk zêde dibin. Herî dawî Yekîtîya Parêzerên Ereb, daxuyand ku Erdogan li dijî mirovahîyê sûcê şer kiriye û biryar girt ku dozê li Erdogan vekin.

Li gor agahdarîya malpera nûçeyan a Siûdî Erebistanê El-Arabîya, Yekîtîya Parêzerên Ereb amadekarîyê dikin ku dozê li Erdogan vekin da ku Erdogan bê darizandin.

Parêzerên ku li paytextê Misrê li Qahîrê kombûna xwe kirin, bang li temamê dezgehên hiqûqê yên Ereb kirin ku Erdogan şermezar bikin û di kongreyek navnetewî de temamê sûc û kiryarên dewleta Tirk raxin ber çavan.

Yekîtîya Parêzerên Ereb, got ku li gor xala 7. a Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Milletan, divê hemû dewlet li dijî êrîşên Tirkîyê rawestin û divê hemû welatên Ereb yên aştîxwaz têkilîyên xwe yên dîplomatîk bi Tirkîyê re qut bikin.

Parve bike: